13-11-2006, 23:01 | #1 |
Onursal Dost
Üyelik Tarihi: May 2006
Yaş: 41
Mesajlar: 1,387
Tesekkür: 4294967295
|
Rotinda şarkı sözleri
- Rotînda -
siteadi.com - Rotinda şarkı sözleri Zîlan Herin ji serê heft çiyan kulîlkên heft rengîn bînin Wan kulîlkan li der û dora serê Zîlana min bigerînin Bînin bi wan kulîlkan Zîlana min bi hef nexşan bixemlînin. Wer bikin ku Zîlana min nexeydînin Ew delale, rêhevale Lê lê dayê mij dagirtîye her derê Lê lê dayê çav çavan nabîne Lê lê dayê ên ku wenda dibe Mirovahiye hedî hedî Pêtî pêtî ji me kêm dibe Çima, bêdengin hîna? Ma me soz dabu wan şehîdan Li ser agir û li ber rojê Carna mirin pîroze bi qasê jiyan Wekî rêheval Zîlan. Gotin û Muzîk: Rotînda Meso dûr Serva tora buti Mi ye xo kerdo kêm Ju yo di bom wazena Meso dur meso Serva tora buti Mi yo xo kerdo kêm Ju yo di bom wazena Ezo hîta derro Ooo paye ki na dana xo Ooo çi vesayiye Qesey ke tu vanena Tê de kemer vorena Rastiye de senena Kam mire bivano Ça honde xo deznena Tew tew mire çi derdo Gotin û Muzîk: Quto û Erdal Avaşîn Şev tarî lê tu diçirusî Wek heyva çarde şevî Pir sînî pir zelalî Hevalê meyî tu Avaşîn Te kî dî kî nedî Avaşîn Te pir merxas û Egît nasî Ser singa Zagros diherikî Wekî xwînî ji axamere Rê bide Avasîn rê bide Ney xezebê li hember wan Ew hevalin wekî te zelalin Himezke wan bi pêlên xwe. Gotin û Muzîk: Rotînda Bihişt Dol û newal dema havîne Zozan buharin Serê çiyan tim bi berfe Tîpî û bagere Çar demsal jiyan dike Kurdistan bihişte Qelinê te xwîna şehîdane Tu evîna rojê, sebra dilê urdayî Bihiştekî axa te nadim hemû dinê Xeml û rewşa te çi xweşe Kurdistanê Kul û hêsan re hewa welatê min Wekê dermane Bê emsale avên rubaran Çem û kahniyan Xweza dewlemede Çîçek bi heft rengin. Gotin û Muzîk: Rotînda Tu were Dinêrim duriyan Li kûriyan, li deriyan Deregiyan şevan,dengekê were Gohdar dikim wekê dînan Were kezîzera min De were tu were gel min. Were were were Tu were gel min Tu were gel min zivistan bibe buhar Tu were gel min xweza bixemle bi heft rengan Tu were gel min wê roj ji nuva derkeve Tu were gel min dert keder kul namîne Tu were gel min temenê min bi be ciwan Tu were gel min ezê bifirim ji şabûna Were gel min kezî zera min Tu were gel min erd û asîman bigê hevdu Tu were gel min xiyal dakevin jiyanê Tu were gel min avên behra şîn bibe Gotin û Muzîk: Rotînda Benda te me Çavê min diçin cîhekê dûr Dilê min digere li wandera hur hur Nikarim bisekinim Diçim melûl melûl Benda te me dewere Benda te me Li benda te me dewere Tu gula çiyan Tu sebra dilan Heviya gelê min Sosina şoreşê Benda te me Xem nine bimirim jî Bo evîna te. Sebra min bi tenê li çiyan tê Tu heyî li her dol û newal, çem û rubar de bîhna te tîne bayê dimeşe sibe êvar li benda te me dewere. Gotin û Muzîk: Rotînda Koçberî zor e Te şikand dilê min Dîsa nizam çima Serê min dêhşê serê min Min nizani bû ku Koçberî ewqas zore Dilê min digrî dilê min. Ji te dûr bê navim Lê dîsa evîndarim Na bê te wek dîn û harim Na nabe zore Koçberî bi jane Ez mam li paş heft çiyan Bi hesreta te me Dilê min digrî dilê min Tu tim li ber çavê minî Dixwazim werim cem te Dilê min digrî dilê min. Qêrîn Qêrînek ji dûr Hat gohê min Min go belkî kezeba min Qetan ji kûrve Dizanim Veqetin zore Bi jane wek birîna şûr. Hesreta dilan Kû dide çavan Zore zore zore… Heywax mala min Rabin ji pêşiya min Ezê bajom dozê Hildim tola wî Berxa min Ji êvara xwedê da Agir dadan li ser singa min Berxa min Mêvanê şeva dawî rewiyê jiyana bê mirin. Gotin û Muzîk: Rotînda Çarçêla Dimeşî dimeşî naqedin çiya Pir bilindin Zagros bi qasê xweda Kurêjehro, Govendê, Cîlo û Çarçêla Sê perçê Kurdistan digêhêjin hev livra Ne Iskender, ne Timur, ne Erep ne Fars Dest hildarî nestandin li ser van çiyan Her kû serê gelê Kurd ketî tengasî Hilkişiyan Zagrosan ji bo azadî Konaxa şervananî tu Çarçêla Nav girê Zagrosta a herî delalî Çîroka Çarçêla pir bi jane Çarçêla wek çarperçê Kurdistane Çar demsal Çarçêla bi berf dixemile Bihişta Zagrosa tu yî Çarçêla Zagros cîhê zayiya mirovahiyê ye Piroze livir jiyan, pir kevne dîrok Rengîne xweza livir, bi xemlin zinar 16 hezar çîçek dijên li ser Zagrosan Gotin û Muzîk: Rotînda Gimgim Wekî baxçê gula bi cîh buye Di navbera çemê Sus û ava Xoşan de Kanya sar girê Sedo, Goşkarbaba Sê golê germikê li binya wê ye Gimgime, Warêtoye Inaq û Xirbaqup Ziring û Alingoz Dadînan û Xoşan Golabêbinî pir kûre Gimgime… Kimsoryan û Dêrik Badan û Baskan Tatan û Anêr Cîbran û Xormekan Gimgime Warêtoye Çiyayê hezargolê li pişta wê ye Welatparêzin tev şêniya wê Govendê Gimgimê dewlemende Min bîriya axa te kiriye Gotin û Muzîk: Rotînda Here welatê xwe Ket nava valahî kî Kur dirêj û reş û tarî Çewa derkevi ji wir Nizanim nizanim Direvin tên ji Kurdistan Durdikevin ji eslê xwe Bê xwedîne li wan kuçan Sutalin sutalin Here welatê xwe bo ku bibî mirov Here welatê xwe bo ku bibî azad Here welatwe an na tu wek parsekan Bigevizî li van deran. Naygotin Kerba dilê min bûye bahoz Fikrê serê min bûnin aşît Nikarim li ber bisekinim Çewa bînim ziman nizanim. Naygotin Pir hînê te bume Bê te wekê mirî me Dema navê te dibihîsim Av li çema kêmdibe Nay gotin Di vê dema teng da Min hustu xwar nehêle Tu dirêjke destê xwe Ez şerm dikim Bêjim ji te hesdikim nayê gotin Gotin û Muzîk: Rotînda
__________________
bazı çocukların kalbinde yitirdiğim gibi birçok kere yitirdim denizde kendimi gidiyorum aramaya, suyu bilmeden beni çürütecek, ışık yüklü ölümleri. |
10-02-2011, 18:46 | #2 |
Dost
Üyelik Tarihi: Nov 2007
Mesajlar: 86
Tesekkür: 49
|
Gellek Spas.
|
Tags |
rotinda, sözleri, şarkı |
|
|