27-03-2007, 15:52 | #1 |
Dost
Üyelik Tarihi: Mar 2007
Mesajlar: 69
Tesekkür: 115
|
Tahsin Taha
siteadi.com - Tahsin Taha Tahsin Taha di 25ê Gulana 1941an li başûrê Kurdîstanê di bajarê Amêdîyê da ji dayika xwe bûye. Hîn dema zaroktîya xwe da dest bi stranan kirîye; di bin tesira M. Arîf Cizrewî da maye. Cara yekemin li bajarê Mangêşê mikrofon girtîye destê xwe û stranên xwe bi mîkrofonê peşkeşê xelkê kirîye. Ji ber wezîfa bavê xwe, bi malbatî bajar bi bajar gerîyane. Hunermend ji dibistana navîn bajarên cuda cuda da xwendiye. Gava ku li bajarê Musulê lîse xwendîye, dijî melikê Iraqê beşdarê meşek bûye û ji ber vê yekê jî polîs lê gerîyaye. Lê ew revîye çûye Amediyê û vê derê xwe veşartîye, neketîye deste polîs. Di sala 1960an de, yanê dema general Abdulkerîm Qasim da çûye Bexdayê û di "Instituta Hûnermendî ya Baskê Tîyatroyê" da dest bi xwendinê kirîye. Strana wî ya yekemîn "Eşkera Nakim" e û di sala 1958an da amade kirîye. Di 1961an de gava ku şoreşa Eylulê dest pê kirîye, ew ji çûye Zaxoyê û beşdarê berxwedanê bûye. 1963an da hatîye girtin û nêzikê 2 salan li girtîxanê maye. Di sala 1970an da hunermend zivirîye Bexdayê û di radyoyê da dest bi kar kirye û di sala 1974an da jî zewîcîye. Çar lawikên hunermend hene. Di sala 1994an PDK-I Tahsîn Taha û hûnermendê din Fuad Ahmed bi hevra şandin Ewrûpa ku beşdarê şahîya Newrozê û salvegera şoreşa 1970an bin. Dema ku hunermend lı Ewrûpa bû, beşdarê pir şahiyan bû. Lê mixabin ji ber newxeşiya dil, di 28ê Gulana 1995an da li Holland çû heqiya xwe. Qebrîstana wî niha li bajarê Amedîyê ye. .
__________________
na gihi dileta denge dile mi....... |
Yandaki üye(ler) bu mesajindan dolayi aress üyemize tesekkür ettiler | asmen44 (21-12-2018) |
Tags |
taha, tahsin |
|
|